03 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
PARÎS
Li paytextê Fransayê Parîsê li ber Muzeya Louvreê êrişa terorî li ser eskeran hat kirin.
Rêvebiriya Ewlekariya Parîsê Michel Cadot ragihand ku, "Kesekî di destê wî de kêr û du çenteyên piştê hebûn, li kêleka mexazeyên Carrouselê yên li bin muzeyê êrişî eskerên asayişê kir."
Cadot got eskerê rastî êrişî hatî û hevalên wî yên li wir 5 caran gule berdane êrişkar û êrişkar bi giranî birîndar bûye.
Cadot diyar kir ku esker bi sivikî birîndar bûye û ekîbên îmheya bombeyan hatine cihê bûyerê û di çenteyên êrişkar de tu teqemenî nehatiye dîtin.
Cadot destnîşan kir ku Dozgeriya Parîsê der barê êrişê de lêpirsîn daye destpêkirin.
- "Bi eşkereyî şopa terorê heye"
Serokwezîrê Fransayê Bernard Cazeneuve jî di daxuyaniya xwe de got: "Di vê hewla êrişê de bi eşkereyî şopa terorê heye."
Ji ber êrişê ketin û derketina muzeyê û xeta metroyê ya li nêzîkî wê hat girtin. Li derdora muzeyê jî tevdîrên ewlehiyê hatin girtin.
Herwiha li herêmê kesekî din ê guman tê kirin têkiliya wî bi bûyerê re heye hatiye girtin.
Louvre muzeya di dinyayê de herî zêde tê ziyaretkirin e. Sala 2015an 8 milyon û 600 hezar kesî ew der ziyaret kiribû.