BEXDA
Hat ragihandin ku li Bexdaya paytexta Iraqê di êrîşên cuda de 8 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ewlehiyê li herêma Ebû Gureyba En-Nehrewanê li keviya rê bombeya di poşêtê de teqiya û di encama teqînê de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Wekî din hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê li bajarokên Reşad, Tacî û Latîfiyeyê jî jê 2 jin 6 cinaze dîtin. Hat tespîtkirin ku kesên ku cinazeyên wan hatiye dîtin bi kêr û çekan hatine kuştin.
Hê kesî berpirsiyariya êrîşan negirtiye stûyê xwe.