Haydar Şahin
03 Tebax 2018•Rojanekirin: 04 Tebax 2018
PEKÎN
Li rojavayê Çînê erd bi lerza 5,1ê hejiya.
Navenda Lêkolînên Erdhejê ya Çînê diyar kir ku li Ciduoya navçeya Yuşu Tîbeta xweser a eyaleta Çînghayê erd bi lerza 5,1ê hejiya.
Erdhej 10 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Li Yuşu Tîbeta bajarê xweser di nîsana 2010an da jî erd bi lerza 7,1ê hejiyabû û 2 hezar û 698 kes miribûn.