Fatih Gazioğlu
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê fûara pirtûkan hat vekirin.
Şaredariya Cizîrê di çarçoveya "şaredarvaniya civakî" de xizmetên biqalîte dide gelê navçeyê.
Şaredariyê di vê çarçoveyê de bi slogana "Dîcle diherike, Cizîr dixwîne" li ser Kolan Orhan Dogan fûarek lidarxist.
Wekîlê Serokê Şaredariya Cizîrê Faîk Arican got ku wan li Cizîrê heta niha gelek xebatên girîng kirine. Arican diyar kir ku wan ji bo fûarê 27 hezar kumbere belavî xwendekaran kirine û wiha axivî:
"Armanca me ew e ku hînê teserûfkirinê bibin. Bila bi pereyên di kumbereya xwe de komkirin ji xwe re melzemeyên perwerdeyê bikirin. Bi saya vê xwendina pirtûkan zêde dibe. Welatiyên me eleqeyeke mezin nîşanî fûarê dan."
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê Şahan Îke jî beşdarî vekirina fûarê bû.