Abdullah Tel
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ADIYAMAN
Jinên ku li gundên Adiyamanê dijîn ji bo debara mala xwe li zeviyên titûnê paletiyê dikin.
Jin û qîzên ku ji Yenîce û Çemberlîtaşa gundên ser navenda bajêr in, bi bi berbanga serê sibehê derdikevin rê û berê xwe didin zeviyên titûnê.
Rojekê 50 lire pere qezenc dikin û bi wî pereyî jî piştgiriyê didin debara mala xwe. Jinên ku bi roj li zeviyên titûnê paletiyê dikin wextê tên malê jî karên wan naqede û vê carê jî dest bi kevanîtiya malê dikin.
Ji gundê Yenîceyê Şerîfe Erenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew serê sibehê zû radibin û diçin nav zeviyê û bi armanca ku piştgiriyê bidin debara mala xwe paletiyê dikin û wiha pê da çû: "Em serê sibehê zû radibin û şitlên li baxçe hatine danîn, radikin û tijî sandoqan dikin. Paşê tên mala xwe taştê dixwin û paşê berê xwe didin nav zeviyê. Li wir jî dest bi danîna şitlên titûnê dikin. Ev kar heta êvarê wiha dewam dike."
Erenê destnîşan kir ku ji serê sibehê heta êvarê ew ji bo 50 lire pereyî dixebitin û ji ber ku li gund karekî din ê pê debara xwe bikin tuneye mecburî paletiyê dikin.