Ahmet Aydın
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 04 Tebax 2017
RAMALLAH
Wezareta Ewqafê ya Filistînê ragihand "Meqamên Îsraîlê û cihûyên tundrew di meha temûza rabirdû de, li dijî Mescida Eqsayê 140 îxlal û êrîş pêkanîne."
Wezîrê Ewqafê yê Filstînê Yûsuf Îdrîs bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Meqamên Îsraîlê û cihûyên tundrew, pirê wan di 14-27 temûzê de, di meha rabirdû de li dijî Mescida Eqsayê 140 îxlal û êrîş pêkanîne."
Wezîr Îdrîs bibîr anî ku Îsraîlê di 14ê temûzê de Mescida Eqsayê bi temamî girtibû û bi hezaran bi leşker û polîsan Herema Şerîf xistibû bin eblûqayê û anî ziman ku ev êrîş bûn sedema zirardayînê di beşên navîn yên perestgeha pîroz de.
Îdrîs destnîşan jî kir ku di wê pêvajoyê de Miftiyê Filistîn û Qudsê Şêx Muhemmed Husên hat binçavkirin, herwiha bûn rêgir ji nimêjkirin û dana ezanê li Eqsayê.