24 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2015
Li Pakistanê di êrîşa xwekujiyê ya ku di dema merasima şîna Kerbaleyê hat kirin de 22 kes mirin.
Êrîş birin ser misilmanên şiî yên ku li Jakobabada bajarê eyaleta Sînda ku dikeve başûrê welêt, ji bo merasima şîna Kerbelayê kom bûn.
Li gor tespîtên ewil êrîşkar tevî nav kesên ku beşdarî merasima şînê bûn, bûye û bombeyên li ser xwe teqandine û êrîşa xwekujiyê kiriye.
Şefê polêsên herêmê Khuda Buks daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku di encama êrîşê de 22 kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hene, mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Hêj tu kesî berpirsyariya êrîşê negirt ser milê xwe.
Li Pakistanê vê hefteya dawîn sê êrîşên terorîst hatin kirin. Di rojên berê de li eyaleta Belûcistanê êrîş biribûn ser mizgefta şiiyan di êrîşê de 10 kes miribûn, dîsa li Kuettaya paytextê heman eyaletê bombeya bi wext eyarkirî ya ku xistibûn otobêsa rêwiyan dabûn teqandin û di encama teqînê de 11 kes miribûn.