Önder Beyter
23 Nîsan 2019•Rojanekirin: 24 Nîsan 2019
Li Sûriyeyê li dijî gundên Felyûn û Kûrîn ên di nava sînorê "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" da nîvê şevê êrîşa asîmanî hat kirin. Di êrîşê da ziyana canî çênebû.
Li rojavayê başûrê Îdlibê li dijî gundên Felyûn û Kûrîn ên girêdayî navçeya Arîha ya di nava sînorê "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" da nîvê şevê êrîşên asîmanî hatin kirin.
Çavkaniyên Parastina Sivîlên Îdlibê (Serspî) diyar kirin ku li deverên ku bûn armanc ziyana canî çênebû, lêbelê ziyana madî çêbû.
Ji ser hesabê medyaya civakî yê çavdêrxaneya balafiran a mixalifan a der heqê êrîşên asîmanî yên li nêzîkî navenda bajarê Îdlibê, ew agahî hat parvekirin ku 3 balafirên şer ên Ûris ku ji baregeha Himeymîm a li Lazqiyeyê rabûn, êrîş pêk anîn.
Hêzên rejimê ligel rêkeftina Soçiyê, êrîşên xwe didomînin. Ew berpirsyariya Rûsyayê ku di çarçoveya peymana Astanayê da bû garantorê rejima Esed, heye ku rê li êrîşên rejimê bigire. Mixalifên eskerî jî di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ku 17ê Îlona 2018an hatibû îmzekirin da çekên xwe yên giran di 10ê Cotmeha 2018an da ji herêmê derxistibûn.