Haydar Şahin
31 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 01 Mijdar 2020
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 46 milyonî derbas bû.
Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin derkete 46 milyon û 951 kesî.
Hejmara pêketiyan li gor welatan wiha ye:
"Amerîka (9 milyon û 318 hezar û 653), Hindistan (8 milyon û 137 hezar û 119), Brezîlya (5 milyon û 519 hezar û 528), Rûsya (milyonek û 618 hezar û 116), Fransa (milyonek û 331 hezar û 984), Îspanya (milyonek û 264 hezar û 517), Arjantîn (milyonek û 157 hezar û 179), Kolombiya (milyonek û 63 hezar û 151), Îngiltere (989 hezar û 745), Meksîka (918 hezar û 811), Peru (900 hezar û 180)."
Li dinyayê ji ber Kovîd-19ê milyonek û 195 hezar û 88 kes mirin, 33 milyon û 295 hezar û 767 kes jî ji vîrus xilas bûn û gihîştin siheta xwe.