12 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
EFRÎN/ANKARA
1,5 kîlometre ma ku Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê navenda Efrînê dorpêç bikin û herwiha AAyê ji çeperên Artêşa Azad ji jor va dîmenê navenda navçeya Efrînê kişand.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da duh di nava rojê da bi tevahî 18 noqte ji rêxistinên terorî YPG/PKK-DEAŞê standibûn.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag ragihand ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de heta nuha 3381 terorîst hatine berterefkirin.
Li gorî pîvanên AAyê yên nexşeyê, di operasyonê da qedera hezar û 100 kîlometre çargoşe ax ji terorê hat safîkirin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ji rojhilat ber bi rojavayê başûr 1,5 kîlometreyê din jî pêşda biçe wê navenda navçeya Efrînê dorpêç bikin.
Herwiha 3,5 kîlometre ma ku navenda navçeyê ji başûr va jî were dorpêçkirin.

- AAyê ji jor va dîmenê navenda navçeyê kişand
Ji çeperên Artêşa Tirkiyeyê û unsûrên Artêşa Azad êdî navenda Efrînê bi hêsanî dixuyê û herwiha AAyê jî ji jor va dîmenê navenda Efrînê kişand.
Ji hêla din va jî operasyonên dijî bajarokê Mabatli yê li rojavayê bakurê Efrînê hê jî dest pê nekirine.

Artêşa Tirkiyeyê û hêzên Artêşa Azad ya Sûriyeyê ya ku piştgiriyê dide operasyonê, ji destpêka operasyonê vir va li Efrîna ku di bin dagiriya PYD/PKK û DEAŞê da ye, navenda 5 bajarokan, 151 gund, 32 noqteyên stratejîk bi tevahî 189 herêm kirin kontrola xwe.
Çek, cebilxane û xetên berevaniyê yên YPG/PKKê bi piranî li navenda navçeya Efrînê ne. Rêxistin ji bo ku sivîlan ji xwe ra bike mertalê zindî, bi zorê berê sivîlan dide navenda navçeyê. Rêxistin dîsa destûrê nade Ereb û Kurdên ku dixwazin ji navendê biçin herêmên di kontrola rejima Beşar Esed an jî mixalifên eskerî da. Neteweyên Yekbûyî jî bertekê nîşanî astengkirina sivîlan dide.