Dinya

Li Hekariyê operasyona dijî terorê

Li Hekariyê di operasyona dijî PKKyê da 9 teqemeniyên bi tupan hatine çêkirin û wekî dafik hatine danîn, 40 kîlo amonyum nîtrat û gelek amûrên pê teqemenî tên çêkirin hatin girtin.

Haydar Şahin  | 18.04.2018 - Rojanekırın : 19.04.2018
Li Hekariyê operasyona dijî terorê

Hakkari

HAKKARÎ

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 9 teqemeniyên bi tupan hatine çêkirin û wekî dafik hatine danîn, 40 kîlo amonyum nîtrat û gelek amûrên pê teqemenî tên çêkirin hatin girtin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Ferrmandariya Cendirmeyên Bajêr ji bo deşîfrekirin û pêşîlêbirîna çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê xebatên xwe didomînin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku duh di vê çarçoveyê da li Zozana Kepreyê ya li Gurkavaka gundê Yuksekovayê teqîbat hat kirin û wiha hat gotin:

"Di teqîbat û lêgerînê da 9 teqemeniyên bi tupan hatine çêkirin û wekî dafik hatine danîn, 5 dewreyên elektrîkê yên pê teqemenî tên çêkirin, 7 blokê pîlan, 5 tup, 40 kîlo amonyum nîtrat, 400 fîşeng, 4 funye, 10 mêtre kablo, 5 kîlo mix, 20 qapaxên mayînan, 9 jarjorên keleşkofan, 18 lître mazot, 40 yêlegên herbê û gelek amûrên jiyanê hatin girtin. Amûrên jiyanê li gor usila wê hatin îmhekirin û tehqîqata li ser bûyerê hê dewam dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.