02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
ANKARA
Li Herêma Kurdistana Iraqê di meha adarê de 6 roj tetîla resmî heye.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku 5, 11, 14, 21,22 û 23ên Adarê tetîla resmî ne.
Dizeyî destnîşan kir ku 5ê Adarê ji ber destpêkirina raperîna xelkê Kurdistanê, 11ê wê ji ragihandina rêkeftina 11ê Adara 1970,
14ê wê ji ber jidayikbûna Rêberê Neteweyî yê Kurdistanê Mistefa Barzanî û 21, 22 û 23ê wê jî ji ber Cejna Newrozê tetîl in.