Muhammet Kurşun
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 23 Hezîran 2017
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, diyar kir ku dê li dezgehên resmî yên herêmê tatîla Eyda Remezanê ji 25an heta 29ê hezîranê be û ji ber ku în û şemî jî tatîl in dê 2ê tîrmehê destpêka kar be.
Dizeyî der barê tatîla Eyda Remezanê de li ser malpera resmî ya hikûmetê beyannameyek belav kir.
Sefîn Dizeyî daxwaz kir ku cejn bibe wesîleya xweşî, kamiranî û xelasbûna ji problem û qeyranan.
Dizeyî, diyar kir ku dê li dezgehên resmî yên herêmê tatîla Eyda Remezanê ji 25an heta 29ê hezîranê be û ji ber ku în û şemî jî tatîl in dê 2ê tîrmehê roja yekşemê destpêka kar be.