Nihat Kavşut
27 Gulan 2017•Rojanekirin: 28 Gulan 2017
HEWLÊR
Li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê welatî ji bo terewîha ewil a meha remezanê çûn mizgeftan.
Li mizgefta "Celîl Heyat" ya mizgefta herî mezin a Hewlêrê û mizgeft û mescidên din ên bajêr der barê ferz û girîngiya remezanê da agahî hatin dayîn.
Evdila Eliyê ji Mûsilê yê ji ber êrîşên DEAŞê xwe sipartiye Hewlerê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji ber remezanê di nav kelecaneke mezin da ye.
Mihemed Îsayê ji Hewlêrê jî diyar kir cardin ketine meha xêr û bereketê û got bi hatine remezanê ra kêfxweş in.