Di hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistana Iraqa Federal de navê 5 kesên ku di lîsteya tirkmenan de parlementerî qezenc kirin diyar bû. Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqa Federal 5 kursî dabû tirkmenan.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Lijneya Bilind a Serbixwe a Iraqê ji Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Maruf, ji lîsteya Tirkmenên Hewlêrê Macît Osman, ji lîsteya Guherînê Muhemed Sadeddîn, ji lîsteya Pêşveçûnê Cewdet Cîrcîs û Muna Nebî Nadîr hatin hilbijartin.
Aydin Maruf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Eniya Tirkmenan cara pêşîn beşdarî hilbijartina parlementoyê bû û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev ji bo gelê me gaveke girîng e. Armanca me ew e ku di hilbijartinên din de hê zêde parlementeriyan bi dest bixin. Me heta vê rojê di hemû platforman de xwest ku bila kotaya li ser Tirkmena bê rakirin. Ji vir şûnde em ê di meclisê de her tim vê behsê bînin rojevê."