Fatih Gazioğlu
09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Li Iraqê alarma ku ji ber çalakiyên dijî hikûmetê dabûn artêşê hat betalkirin.
Li gor nûçeyên ku li çapemeniya Iraqê derket, alarma ku ji bo çalakiyên dijî hikûmetê dabûn artêşê ku hêzên ewlehiyê saziyên dewletê bipareze hat betalkirin.
Di nûçeyan da hat gotin ku piştî ku li welêt ewlehî û îstiqrar hat pêkanîn, Wezareta Parastinê telîmata alarmê ya ku dabû artêşê paşve kişand.
Li Iraqê ji 1ê Cotmehê vir va bi mebesta protestokirina "bêkarî, gendelî û mehrûmbûna ji xizmetên hikûmetê" xwepêşandan tên kirin.
Ji 1ê Cotmehê pê va heta niha 110an zêdetir meriv hatin kuştin û ji 6 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Wezarat Parastinê ji ber çalakiyên li welêt 2yê Cotmehê ji bo parastina saziyên kamûyê telîmata "alarmê" dabû artêşê.