23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
SÎRTE
Li Sîrta bajarê Libyayê jimara malbatên ku vegeriyan mala xwe ji 5 hezarî derbas bû.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya ku li ser hesabê medyaya civakî hat dayîn, vegerîna malbatan ya Sîrtê piştî ku Bîngazî ji DEAŞê hat paqijkirin bênavber dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta niha 5 hezar û 326 malbat vegeriyane û bi gişkî li 8 taxan bi cih bûne.
Serokê Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî Fayîz es-Sirac 17yê çiliya paşîn a sala 2016an îlankiribû ku bajarê Sîrtê ji DEAŞê hatiye paqijkirin û operasyon qediyane.