İbrahim Atmaca
06 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2019
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê bombeya ku DEAŞa rêxistina terorê berê wek defik danîbûn du herêmên ji hev cuda hat teqandin û di teqînê da kesek hat kuştin, 8 kes birîndar bûn.
Berpirsê Çapemeniyê yê Fermandariya Beşa 6em a Polêsê Federal a Iraqê Huseyîn Macid daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li aliyê bakurê rojavayê bajêr, nêzî gundê Kudeybeyê ku li ser navçeya Dibisê ye, bomebeya ku ji aliyê DEAŞê va li ser rê wek defik hat danîn, dema derbasbûna wesayîta sivîlan bi qumandoya dûrva hat teqandin.
Macid diyar kir ku di êrîşê da sivîlek mir, 2 kes jî birîndar bûn.
Macid destnîşan kir ku êrîşa din a ku li bajêr hat kirin yek jî li bajaroka Zapê ya li ser navçeya Hewîceyê ye û got ku dîsa terorîstan li ser rêya gundê Musta Şinînê bombe bi bicih kiribû û ew bombe teqandin, di teqînê da 6 kes di heman wesayîtê da birîndar bûn.
Macid daxuyand ku ji bo girtina terorîstên li herêmê di demeke kin da operasyoneke berfireh wê dest pê bike.