Önder Beyter
01 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2020
Artêşa Libyayê ragihand ku ji komgorên li başûrê paytext Trablusê, Terhûneyê û dewrûbera wê di 23 rojan da 208 cesed hatin derxistin.
Li gorî daxuyaniya şaxa çapemeniyê ya Operasyona Hêrsa Volqanê ya hikûmeta Libyayê, li herêmên ku ji milîsên Xelîfe Xefterê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt hatin xilaskirin, hejmara cesedên ku di navbera 5-28ê hezîranê da hatin dîtin 208 in.
Hat diyarkirin di cesedên li morga Nexweşxaneya Terhûneyê yên ku di navê da cesedên jin û zarokan jî hene da şopên êşkenceyê hatin tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku nasnameya 15 cesedan hat diyarkirin û ji bo malbatên wan ên li herêma Qesr bin Xaşîr a li başûrê paytextê hatin radestkirin.
Li gorî amarên ku NYyê eşkere kirin, li Terhûneyê û dewrûbera wê ku artêşa Libyayê 5ê hezîranê ji destê milîsên Xefter derxist, 11 komgor hatibûn tesbîtkirin.
Hikûmeta Libyayê jî di vê maweyê da bangî NY, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) û rêxistinên mafên mirovan kiribû û xwestibû ku li ser komgoran lêpirsîneke navneteweyî were kirin.
Li ser bangewaziyê, NYyê biryar dabû ku Komîsyona Lêkolîna Navneteweyî ya Libyayê ya girêdayî Konseya Mafên Mirovan were damezirandin ku bûyerên li Lîbyayê lêkolîn bike.