16 Sibat 2017•Rojanekirin: 17 Sibat 2017
ÎSLAMABAD
Li Sînda eyaleta Pakistanê ku dikeve aliyê başûrê welêt, di êrîşeke xwekujiyê de herî kêm 70 kes mirin, 150 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat hildan, êrîş li ber tirba ji alimên sofî Lal Şahbaz Kalandar a li bajarê Sehvanê çêbû, wexta teqîn çêbû bi sedan însan li dora tirbê bûn.
Tê gotin ku êrîşkarê xwekujiyê di "Deriyê Zêrîn" ê tirbê de derbas bûye.
Birîndaran rakirin nexweşxaneyên li der û dorê, gelek ambulans sewqî ciyê herêmê hatin kirin.
Heta niha kes berpirsiyariya bûyerê hilneda.