Türkan Tosun
08 Gulan 2019•Rojanekirin: 09 Gulan 2019
Li Lahora paytextê eyaleta Pencapê ya Pakistanê li hemberî tirbeya sofiyan êrîşeke bibombe hat kirin. Di êrîşê da jê 5 polês 8 kes mirin, herî kêm 26 kes jî birîndar bûn.
Midûrê Ewlehiya Eyaleta Pencapê Arif Nawaz daxuyand wesayîta polêsan a ku li ber Tirbeya Data Darbarê ewlehiyê diparast hedef hat girtin.
Êrîş di saet 08.45an da li hemberî deriyê duyem ê tirbeyê ya ku jin dikevin hundir dijî polêsan hat kirin.
Di êrîşê da jê 5 polês, 8 kes mirin û herî kêm 26 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa ku qasî 8 kilogram teqemenî hat bikarnanîn da paceyên avahiyên li der û dorê şikestin. Piştî bûyerê li der û dora nexweşxaneyan, tirbeyê û rêyên diçin van cihan tevdîra ewlehiyê hat zêdekirin.
Xalid Gondalê Alîkarê Rektorê Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê yê Qral Edward got cesedê êrîşkar jî di nav da cesedê 9 kesan anîne nexweşxaneyê. Ji 26 kesan rewşa 4 kesan jî giran e.
Li gor nûçeyên çapemeniya Pakistanê Talibana Pakistanê berpirsyariya êrîşê hilda li ser xwe.
- Wezîrê Karên Navxweyî û Midûrê Ewlehiyê gazî Serokwezîrtiyê kirin
Serokwezîrê Eyaleta Pencapê Osman Buzdar ziyaretên xwe yên ji bo 3 bajaran betal kir û daxuyaniyeke şermezariyê kir.
Buzdar Wezîrê Karên Navxweyî û Midûrê Ewlehiyê gazî Serokwezîrtiyê kir û telîmat da ku êrîş bê lêkolînkirin.
Tirbeya Data Darbarê li welêt di nav wan tirbeyên herî zêde tên ziyaretkirin da ye.
Di tirbeyê da gora Seyîd Elî bîn Osman El Hacweriyê ku di sedsala 11emîn da li herêmê jiyaye heye.
Di sala 2010an da jî li dijî tirbeyê êrîş çêbûbû, 40 kes hatibûn kuştin.