Lijneya teknîk û fitbolîstên Atletîc Madrîdê piştî 18 salan ji bo pîrozbahiya şampiyoniyê li Stada Vicente Calderonê kom bûn û bi otobêseke servekirî li nav bajêr geriyan û hatin Qada Neptuna ku wir bi hezaran alîgir li benda wan bûn.
Fitbolîst ji stadê heta Qada Neptunê alîgirên xwe re hatin û bi dirûşmeyên wekî "şampiyon, oley oley, Atletîco Atletîco" yek bi yek derketin li ser dika ku li ber Abîdeya Neptunê hatibû avakirin.
Fitbolîstê Atletico Madridê Arda Tûran alaya tirkan danî li ser pişta xwe û bi wî awayî derket li ser dikê.
Kaptanê tîmê Gabî di pîrozbahiyê de axafitnek kir û got ku ev xelata xebateke serkeftî ye. Rahêner Diego Simeone jî spasiya fitbolîst, birêvebiriya kûlubê û her kêsê ku piştgirî da wan kir û got ku "van fîtbolîstan digel şampiyoniyê nişan dan ku heke mirov bawer bike dikare bi ser bikeve."