Hassen Djebril ,Halime Afra Aksoy
14 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2024
Li bajarê Galîzanê ku dikeve rojavayê Cezayîrê bi mezinahiya 4,3yan erd hejiya.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Lêkolînê ya Astrofîzik û Jeofîzikê ya Cezayîrê hat dayîn, navenda erdhejê 11 kîlomêtre dûrî başûrê rojavayê Wed el-Cumaya ser bajarê Galîzanê ye û li gor saeta herêmî erdhej di 18.28an da çêbû.
Li gor daxuyaniya ku ji Daîreya Parastina Sivîl a Galîzanê hat dayîn, ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehat an jî zirar negihîşt mal û milk, tenê ji tirsa 4 kes ji xwe va çûn.
Daîreya Parastina Sivîlan piştî erdhejê ekîb sewqî herêmê kirin.