Haydar Şahin
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
ERZURUM
Berfa ku li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê barî bû sedema tengasiyan.
Li herêmê berfê do êvarê dest bi baranê kir û bi şev tesîra xwe zêde kir.
Li Erziroma ku berfa salê ya ewil lê barî navenda bajêr bi tevahî bi berfê hat xemilandin.
Destê sibê xwendekarên ku diçûn xwendingehan û welatiyên ku diçûn karên xwe di tengasiyê da man.
Hin xwendekaran li hewşa xwendingehan bi berfê lîstin û welatiyan wêne kişandin.
Ajokarên ku berfa ser wesayîtên xwe paqij kirin û derketin rê jî gelek tengasî kişandin.
Ekîbên şaredariyê û yên rêbejê ji bo paqijkirina berfê xebat dan destpêkirin.
- Qers
Berfa ku li Qersê barî jî carcaran ji bo ajokaran bû pirsgirêka çûyîn û hatinê û tengasî derxist, xwendekaran ku destê sibê diçûn xwendingehan tengasî kişandin.
Ekîbên şaredarî, Îdareya Taybet a Bajêr û rêbejê berfa ku barîbû paqij kirin. Rêya tevahiyê gund û taxên bajêr vê gavê vekirî ye û ekîbên paqijkirina berfê jî her tim amade ne.
- Agirî
Şiliya ku ev 3 roj e li Agiriyê dibarî îro destê sibê vegeriya berfê.
Li bajêr ser xanî û wesayîtan bi xemla sipî hat pêçan, esnafan ber deriyê dikanên xwe paqij kirin û dest bi rojê kirin.
Ferhat Demirê ku li Elejgira navçeya bajêr rûdinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Îsal zivistan dereng hat lêbelê berfeke giran dibare."
- Erzinganê
Li Erzinganê jî berf herî zêde li navçeya Uzumliyê barî. Ber êvarê berf li ser çil û çiyan dibarî û ber destê sibê li navenda bajêr jî berfê dest bi barînê kir.
Welatiyên ku destê sibê li navenda navçeyê berf dîtin hewl dan ku herin ser karên xwe.
Hin welatiyan ser wesayîtên xwe paij kirin û derketin rê hin welatiyên ku bêtevdîr mabûn jî wesayîtên xwe dernexistin.