Haydar Şahin
03 Adar 2018•Rojanekirin: 04 Adar 2018
HEWLÊR
Hikûmeta Bexdayê ji vir 5 meh berê bi hinceta ewlekariyê li ser rêbeja Hewlêr-Kerkûkê hendek dabû vedan û ji ber ku hê ser wan hendekan nehatine girtin di gihandinê da pirsgirêk derdikevin.
Kemal Kerkûkiyê Fermandarê Pêşmergeyên Eniya Başûr a Kerkûkê li nêzî Altun Kopriya bajaroka Kekûkê di merasima vekirina rê da axivî û diyar kir ku wekî niyeta başiyê Pêşmergeyên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê rêyên ku kontrol dikin ji çûyîn û hatinê ra vedikin.
Kerkûkî got ku rêbeja Hewlêr-Kerkûkê jî hat vekirin, gelê herêmê êdî dikare bi azadî ji xwe ra seyahet bike.
- Neketin Kerkûkê vegeriyan
Welatiyên ku ji rêya Pêşmergeyan vekirin ra derbas bûn demekê şûnda dîtin ku rêveberiya Bexdayê bi mehan berê hendek daye vedan û mecbûr paşda zivirîn.
Karwan Omerê ajokar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Me bihîst ku rê hatiye vekirin û dilê me xwest ku herin Kerkûkê lêbelê hikûmeta navendî ya Iraqê ji vir 5 meh berê hendek dabû vedan û ew hendek hê li wê derê ne. Em jî mecbûr paşda zivirîn."
- Hetanî Pêşmerge ji rê venekişe Bexda rê venake
Li gor xeberên medyaya herêmî ya li Iraqê jî tê îdiakirin ku Bexda dibêje hetanî Pêşmerge bi tevahî ji rê venekişe ew ê rê venekin.