Nihat Kavşut
03 Adar 2018•Rojanekirin: 03 Adar 2018
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê bi têlefonê bi Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê û Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ra axivî û destnîşan kir divê rejima Beşar Esed, Rûsya û Îran biryara Konseya Ewlwehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ji bona "agirbesta însanî" demildest bi cî bînin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Qesra Sipî Trump bi Merkel û Macron ra li ser mijara Sûriyeyê axivî.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Serokwezîr Merkel û Serokomar Macron bi Serok Trump ra di heman fikrê da ne ku rejima Sûriyeyê û alîgirên wê Rûsya û Îran demildest biryara agirbestê ya KENYyê ya bi jimara 2401ê bi cî bînin."
Hat diyarkirin ku tê xwestin ku Rûsya bombebarana li ser Xûtaya Rojhilat bisekinîne û serî bide ser rejimê ku êrîşên dijî herêmên sivîlan bide sekinandin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin berpirsyarê rewşa xirab ya li Xûtaya Rojhilat ya rejima Sûriyeyê ye û hat gotin ku rejim çekên kîmyayî diemilîne û konvoyên alîkariyê asteng dike.