Hamdi Çelikbaş
05 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2022
Li bajarê Xoyê yê li ser eyaleta Azerbeycana Rojava ku dikeve rojavayê Îranê, bi lerza 5,6ê erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebirinê ya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) di saet 03.21ê da li bajarê Xoyê bi lerza 5,6ê erd hejiya.
Li gor tesbîtê erdhej 7 kîlomêtre di binê erdê da çêbû, li ser hesabê medyaya civakî hat ragihandin ku erdhej li Wan û Hekariyê jî hat hîskirin.
Li gor tesbîtê navenda erdhejê 62 kîlomêtre dûrî Başkaleya navçeya Wanê ye.