08 Sibat 2016•Rojanekirin: 08 Sibat 2016
ÇANAKKALE / BALIKESÎR
Li nêzî Kendava Edremitê tekneya koçberan binav bû û li gor agahiyên ewilîn 24 kes xeniqîn, 4 kes hatin xelaskirin.
Fermandariya Ewlehiya Qeraxan daxuyaniya nivîskî da û got ku nêzî Altinoluka navçeya Edremîta Balikesîrê grûbek koçbera hawar û gazî kir û li ser hawara wan ekîb bi bot û firokeyan çûn hewara wan.
Li gor daxuyaniyê, ekîban dest bi xebatê kir û li herêmê koçberek sax ji behrê derxist û wiha hat gotin:
"Botên Ewlehiya Qeraxan û firokeyê 3 koçber xelas kirin, 24 koçberên ku ji behrê hatin derxistin, xeniqî ne. Li gor koçberên sax ji behrê filitîn hejmara wan bi tevahî 40 kes bûye. Li ser vê gotinê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin."