Fatih Gazioğlu
14 Gulan 2019•Rojanekirin: 15 Gulan 2019
Li Srî Lankayê di çalakiyên dijî Îslamê tên kirin da misilmanek ji hêla çeteyan va hat kuştin.
Li gor daxuyaniya ku rayedarên polêsan dan çapemeniyê, duh di çalakiyên li herêma Puttalamê komeke dijî Îslamê bi kêran êrîş li misilmanekî kir. Di êrîşê da misilmanê 45 salî hat kuştin.

Li Srî Lankayê di 21ê nîsanê da li dêra St. Anthony's a li Kochchikadeyê, li dêra St. Sebastian a Katanayê, li dêra Dayika Meryem a li Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Kolomboyê êrîşên bibombe hatibûn kirin.

Piştî van êrîşan li banliyoya Dehiwalayê û li banliyoya Dematogoyê yên li paytext Kolomboyê jî teqîn çêbûbûn. Di êrîşan da 253 kes miribûn.
13ê gulanê li welêt ji ber êrîşên dijî misilmanan dihatin kirin qedexeya derketina derva hatibû îlan kirin.