Elif Orhan
10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2015
MARDÎN
Li Mêrdînê dê komxebata "Komxebata pirsgirêka kurdan û hereketên Îslamî" bê lidarxistin.
Rektorê Zanîngeha Artukluyê yê Mêrdînê (ZAM) Prof. Dr. Ahmet Agirakça daxuyaniyek da û got ku komxebat dê di navbera 19-20ê kanûna pêşîn de bê kirin, digel pisporan dê akademîsyenên ku lêkolînên zanistî kirine û giregirên camîeya îslamî ya ku pirsgirêkên Tirkiyeyê dizanin, beşdarî komxebatê bibin.
Agirakça qal kir ku pirsgirêka ku wekî "pirsgirêka kurdan" an jî bi gelek navên din ên cuda tên binavkirin heye û her kes qebûl dike ku ev pirsgirêk pirsgirêka Tirkiyeyê ya di rojevê de ye û wiha axivî:
"Lê belê di rewşa ku gihaştinê de bûyer wekî pirsgirêkeke ku raya giştî ya Tirkiyeyê mijûl dike. Ev pirsgirêk li gelek bingehan hat nîqaşkirin û pêşniyazên çareseriyê hatin pêşkêşkirin. Helwesta camîeya îslamî ya der barê pirsgirêkê de girîng e. Îdiayên dibêjin ku camîeya îslamî di pirsgirêka kurdan de qels dimîne û helwesteke ku ji hev nagire nîşan dide, rast nînin."
Komxebat dê li hêwana konferansê ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê di navbera 19-20ê kanûna pêşîn de bê kirin. Prof. Dr. Yusuf Çetîndag, Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar, Doç. Dr. Vahap Ozpolat, Nevzat Çîçek û Abdurrahman Kurt jî di nav de dê nêzî 50yî akademîsyen û pirspor beşdarî komxebatê bibin."