Abdullah Tel
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 12 Gulan 2018
STOCKHOLM
Rojna Anderssona kaleparêza Tîma Neteweyî ya Jinan a U19an a Swêdê bû Misilman û di rojeva welêt da cih girt.
Anderssonê di hevpeyvîna ku da rojnameya Aftonbladetê ya li Swêdê xwedî tîrajek zêde ye da got ku piştî bû Misilman malbata wê di serî da gelek kesan bertek nîşanî wê da.
Di hevpeyvîna xwe da Anderssonê got: "Bi nezanî bi min ra xeberdidin û gotinên nexweş gotin lê ez ji ber ku bûme misilman serbilind im."
Anderssona gokbaza tîma Fitbolê ya Jinan a IK Uppsalayê diyar kir ku piştî ew bû Misilman gelek hevalên wê jî Dînê Îslamê meraq kirin û wiha pê da çû: "Piştî ku ez bûm Misilman min ferq kir ku min oleke baş hilbijartiye. Ez ji her tiştê di Quranê da cih digire bawer dikim. Ez bi Xwedê zanim û alîkariya dide min jî hîs dikim. Ez şert û mercên baweriya xwe bi cih tînim û di meha Remezanê da jî ez ê rojî bigirim."