30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
PARİS
Piştî ku Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo welatiyên 7 welatên Misilman qedexeya ketina Emrîkayê danî, 15 rêwiyên ku xwestin biçin Emrîkayê ji aliyê Air Franceyê ve li Parisê nehatine girtin bo balafirgehê.
Şirketa rêhewayiyê ya Fransî Air France, ragihand ku 15 rêwiyên Misilman ku bilêta çûnê stendine û bi neqilbûnê xwestine ji Parisê herin Emrîkayê hilnedanê balafirê û
Berpirsên Air Franceyê diyar ki ku rêwî welatiyên wan 7 dewletên ji aliyê Trump ve qedexekirî ne û ev yek nayê wê me'neyê ku rasterast ji wî welatî hatine. Herwiha şirketê got ku rêwî şandine cihên ku hatinê.
Air Franceyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku welatiyên 7 welatên qedexekirî bi rêya peyamên elektronî têne hişyarkirin û şirketa wan qaîdeyên navneteweyî bicih dike.