17 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
ANKARA/ÎDLIB
Li Sûriyeyê piştî ku ji 4 herêman 7 hezar û 350 kes hatin derxistin, bona tehliyeyên nû di navbera rejima Beşşar Esed û mixalifên leşkerî da hevdîtin berdewam in.
Li Şamê ji Madaya û Zebadanî ku di bin dorpêça rejima Esed da ne bi tevahî 2 hezar û 350, li Îdlibê jî ji Fûa û Kefreyayê ku ew jî di bin dorpêça hêzên rejimê da ne 5 hezar unsûrên sivîl û leşkerî pêrê hatibûn tehliyekirin. Yên ku hatibûn tehliyekirin, gihîştibûn deverên ewle.
Li gorî radihandina peyamnerên AAyê yên li Îdlibê, muxalif taleba heyeta rejimê ya tehliyekirina 10 hezar kesên mayîn ên li Fûa û Kefreyayê, dibnirxîne. Bi vî awayî, herdu bajarokên şîe wê bi temamî bên valakirin.
Muxalif herwiha li hemberî vê yekê ji rejimê daxwaz dikin ku ji 4 hezar kesên li Madayayê yên ku dixwazin derkevin û 150 muxalifên leşkerî yên li Zabadaniyê, destûra tehliyekirina wan bê dayîn.
Dîsa di nava talebên muxalifan da berdana hezar û 500 girtiyên di girtîgehên rejimê da û herwiha tehliyekirina hezar sivîl û muxalifên leşkerî yên li kampa Yermûka li paytextê hene.