16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
ANKARA
Jimartina dengên referandûma guhertina destûrê yên ku li dervayê welat hatin dayîn, li Navenda Fûar û Kongreyê ya Congresiuma Jûra Bazirganiya Enqereyê (JBE) dest pê kir.
Peywirdar û mensûbên çapemeniyê ji kontrola ewlekariyê derbas bûn û ketin hundir. Sandoq piştî ku di saet 17.00an da dengdayîn bi dawî bû, hatin vekirin.
Di referandûma guhertina destûrê da milyonek û 326 hezar û 70 hilbijêrî li 120 nûnertiyên li 57 welatî dengê xwe dan.
Herwiha rayên ku li 120 nûnertiyên li 57 welatî hatin avêtin, di 903 sandoqan da hatin komkirin.
Dîsa sandoq li Congresiuma JBEyê li gorî welatan hatin rêzkirin.
Ji bo her sandoqekî serokek, peywirdarekî qamûyê, ji AK Partî, CHP û MHPyê her yekî nûnerek, anku bi tevahî 5 kes wezîfedar in û dê li navendê dengan bijmirin. Li navendê nêzîkî 7 hezarî peywirdar hene.