İbrahim Atmaca
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
ANKARA
Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyand ku di nav 72 saetên piştî daxuyandina biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da 34 jê zarok 18 jê jin 107 sivîl mirin.
Li gor rapora SNHRê piştî ku KENYê ji bo Sûriyeyê şeva 24ê sibatê eşkere kir ku mehekê agirbesta însanî çêbe û şûnda, di nav 72 saetên piştî biryarê da 34 jê zarok, 18 jê jin 107 sivîl mirin.
Di raporê da hat gotin ku hêzên rejimê li Îdlib, Hums û deverên çiyayî yên Şamê (cihê ku Xûtaya Rojhilat lê ye) êrîş kirin û di êrîşan da 18 jê zarok, 13 jê jin 83 sivîlan can da.
Li gor raporê di êrîşên esmanî yên koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞa rêxistina terorê da 10 jê zarok, 4 jê jin 16 sivîl hatin kuştin.
DEAŞê 4 zarok kuştin, 2 jê zarok, yek jê jin 4 sivîl jî di êrîşên kesên ku nasnameya wan ne diyar in da mirin.
Li gor raporê li cihê ku hêzên rejimê bombebaran kirin, tu navendeke eskerî an jî baregeh tunene, di nav cî û warên sivîlan ên ku hatin bombebarankin da mizgeftek û bazargehek jî heye.
Li gor raporê rejimê 43 bombeyên warêlê avêtin deverên çiyayî yên Şamê û 4 jî avêtin bajarê Hamayê.
Di biryara KENYê ya ku di 24ê sibatê da hatibû dayîn da daxwaz hatibû kirin, ji bo ku li seranserê Sûriyeyê alîkarî bi awayekî "bêasteng, bênavber û ewle" bên kirin û "nexweş û birîndarên ku rewşa wan giran e" bên texliyekirin, divê hemû alî "bêyî ku dereng bimînin" 30 rojan şer û pevçûnan rawestînin