21 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
KILÎS/EFRÎN
Li Efrînê bi hevkariya Artêşa Tirkiyeyê û AFADê va li 35 gundên ku ji terorê hatin paqijkirin, alavên alîkariya mirovî hatin belavkirin.
Li gorî agahiyê, ekîbên AFADê bi beşdariya Fermandarê Artêşa 2yemîn Korgeneral Îsmaîl Metîn Temel va ji bo 713 malbatên ku di encama xebatên qadê da hat tesbîtkirin ku hewcedar in, alîkariya mirovî bir.
Xelkê sivîl gava ku li pêşiya xwe, eskerên ku di hembêza wan da koliyên alîkariyê hene dîtin, pir şa bûn û herwiha kêfa wan bi Korgeneral Temel ra hat.
Midûrê Parêzgeha Kilîsê yê AFADê Adil Şîraz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di kordînasyona Walîtiya Kilîsê da bi destpêkirina Operasyona Çiqlê Zeytûnê va van ji bo gundên ku ji terorê hatin safîkirin, alîkariya mirovî bir.
Şîraz diyar kir ku ew xwedî li malbatên bêstar jî derdikevin û herwiha heta niha wan, 112 kon tevî zad û xwarinê ji van malbatan ra şandin.
Şîraz herwiha bal kişand ku xebatên wan wê bênavber dewam bikin û ew ê li 600 malbatên li bakurê Efrînê jî koliyên zad, alavên paqijiyê û ar belav bikin.