04 Adar 2016•Rojanekirin: 05 Adar 2016
ÎSTANBUL
Birayê Mîşel Temoyê siyasetmedarê kurd ê ji Sûriyeyê û Berpirsê Karûbarên Derva yê Partiya Pêşerojê (Şepela Pêşerojê) Ebdulhemîd Temo got, "Li Sûriyê kanton di destê rejimê da ne, rejim hemû kantonan bi rê va dibe, PYD formalîte ye."
Temo der barê rûdan û rêxistinên li Sûriyeyê da daxuyanî da peyamnerê AAyê û diyar kir ku lîderên El Nûsra û DAEŞê berê di zindanên rejimê da bûn, lê ji bo ku êrîşî muxalifan bikin rejimê ev kes berdan.
Temo got ku rejimê beriya DAEŞê kartê xwe yê Nûsrayê emiland û dû ra ev rêxistin derxist piyaseyê û wiha pê da çû:
"Dema ku şoreşa Sûriyeyê dest pê kir û şûnda her ku çû muxalif bihêz bûn. Rejimê jî ev dît û efrûyeke giştî ragihand, lîder û endamên rêxistinên mîna Nûsra û DAEŞê berdan. Armanca wê jî ew e ku bloqa muxalif a bihêz û meşrû belav bike, daxwaza demokrasî û azadiyê ya gelê Sûriyeyê bi destê rêxistinên terorîst va manîpule bike."
Temo der heqê grûbên kurdan ên Sûriyeyê da jî agahî da û wiha got, "Em partiyeke endamê Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ne û di heman demê da jî em wekî partî di nava Muxalefeta Sûriyeyê da ne."
Temo destnîşan kir ku Mîşel Temo di 2005an da bêyî ku partiyên kurdan teqlîd bike, seba Sûriyeyeke demokratîk Partiya Pêşerojê ava kir û ji ber hindê bû hedefa rejimê û wiha pê da çû: "Mîşel Temo bi hişmendiyeke nû partî ava kir. Armanca wî jî ew bû ku Sûriyeyê bike welatekî demokrat û digel vê jî mafên kurdan bi dest bixe."
Ebdulhemîd Temo got ku rejim ji vê fikr û siyaseta nû gelekî tirsiya û wiha dewam kir, "Rejîmê ji bo ku çavê partiya me û yê Mîşel Temo bitirsîne, di 2007an da li Helebê du hevalên me yên ji partiyê kuşt. Ev herdu kesên ku hatin kuştin ji PKKyê veqetiyabûn û hatibûn. Di partiya me da siyaset dikirin. Piştî vê bûyerê jî di 2008an da Mîşel li Kobanê hat girtin û 3,5 salan di zindanên rejimê da ma. Di hezîrana 2011an da jî hat berdan. Piştî ku hat berdan, wî li Qamişloyê mitîngek li dar xist û got ku ew piştgiriya şoreşa Sûriyeyê dikin û perçeyek ji wê ne. Di 7ê cotmehê da jî ji aliyê rejima Esed hat kuştin. Ji bo kuştina wî Esed bi xwe dîrektîf dabû."
- "Ne PYD divê mirov bêje PKK"
Temo bal kişand ku hersê kantonên ku ji aliyê PYDyê va hatin ragihandin, di kontrola rejimê da ne û wiha pê da çû:
"Kantonên li Sûriyeyê di destê rejimê da ne, rejim hemû kantonan bi rê va dibe, PYD formalîte ye. Di rêveberiya wê da nîne. Rejima bi hemû hebûna xwe li Qamişlo û Hesekeyê ye. PYD ji destpêkê vir da derewan dike. Digot, 'em bi rejimê ra tevnagerin'. Lêbelê muxaberat û eskerên rejimê aniha jî li Efrînê bicih bûn. PYDyê berê vedişart ku rejim li Kurdistana Sûriyeyê, lê aniha jî rejim li her derê ye. Vêga jî hemû peywirdarên dewletê yên li kantonan miaşê xwe ji rejimê distînin. PYDyê li ser navê parastina rejimê bû sedem ku di rêzên YPGyê da gelek ciwanên kurd bimirin. Niha jî di bin navê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê da her tişt dan destê erebên girêdayî rejimê. Jixwe bi guhertuna dawîn va nêzîkî ji sedî 60î YPGyê ereb e. Ev ereb girêdayî rejimê ne. Qismê mayîn jî ji kurdan pêk tên."
Temo got ku ji destpêkê vir da navbera PKKyê û rêveberiya Şamê baş e û PYD bi tenê li ber çavan e, di rastiyê da qadroyên PKKyê yên ku ji Qendîlê tên her tiştî organîze dikin û wiha pê da çû:
"Bi rastî ne PYD divê mirov bêje PKK. Ji ber ku qadroyên PKKyê yên ku ji Qendîlê tên her tiştî organîze dikin. Ji destpêkê vir da navbera PKKyê û rêveberiya Şamê baş e. Ocalan bi salan li Sûriyeyê ma, ji Hafiz Esed heya Bişar Esed di navbera wan da yekîtiyek hebû. Dema ku şoreşê dest pê kir, pêdiviya rejimê çêbû û rejimê dîsa bangî PKKyê kir. Salih Muslim û kesên din ên siyasî fîguran in. Aktorên sereke PKKyî ne ku ji Qendîlê tên. Li Kurdistana Sûriyeyê yên ku biryarê didin, kadroyên PKKyê ne."