Abdullah Tel
20 Adar 2020•Rojanekirin: 21 Adar 2020
Yekîneyên Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya Libyayê (HMNL) ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) va tê naskirin di şerê li başûrê Trablusê da 25 milîsên Hefter berteref kirin.
Qanala têlevizyona Febrayirê ya navend Trabluse ragihand ku yekîneyên Operasyona Hêrsa Agirpijê ya girêdayî HMNLê ne 25 milîsên Xelîfe Hefterê ku pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt e, berteref kirin.
Hat gotin ku milîsên li Eyn Zaraya herêma başûrê Trablusê hatin kuştin û eskerên biperetî yên ji Sûdan û Çadê ne.
Wêneyên cesedên eskerên hatibûn berterefkirin ji ser medyaya civakî hatin weşandin.
Ji hêla din va Berdevkê fermî yê yekîneyên HMNLê Serheng Mihemed Kununu destnîşan kir ku vî şerê hanê wan neda destpêkirin û wiha domand: "Vî şerê hanê me neda dest pêkirin lê çi çaxê û li ku derê wê biqede em ê biryarê bidin."