KERKÛK
Li Kerkûkê di êrîşa xwekujiyê ya ku dijî hêzên pêşmergeyan do êvarê hat kirin de hejmara miriyan derket 28an.
Midûrê Tenduristiyê yê Giştî yê Kerkûkê Dr. Sabah Mihemed Emîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku 15 birîndarên giran jî mirin û hejmara miriyan derket 28an. Emîn diyar kir ku di nav miriyan de 6 jin û 4 zarok hene û 27 kes jî birîndar in.
Emîn destnîşan kir ku ji ber teqînê şewat derket, ji ber vê hejmara mirî û birîndaran zêde ye û got ku ji ber êrîşên dawîn li Kerkûkê di nexweşxaneyan de siqletî heye.
Li Kerkûkê li taxa 1ê Hezîranê ji hêla kesên nenas ve do êvarê li dijî ciyê kontrolê ya pêşmergeyan bi wesaîtên bombebarkirî êrîşa xwekujiyê hatibû kirin. Di encama teqînê de tankêrên sotemeniyê jî alav hildabûn û di avahî û wesaîtên derdorê de xisar çêbûbû.