İbrahim Atmaca
18 Hezîran 2020•Rojanekirin: 23 Hezîran 2020
Li bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, ciwanan di nav malên ku di êrîşên rejimê da xerab bûne da spora parkurê dikin.
Ciwanên ku eşqa wan li ser werzişa parkurê heye, ji bo ku balê bikşînin ser êrîşên rejima Esed, guh nadin talûkeyê û di nava enkazan da fealiyetên sporê didomînin.
Ciwanên Îdlibî di nav xirabeyan da xwe davêjin û werzişê dikin.
Werzişvanê Parkurê Amir Samsumê Îdlibî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ew ji bo ku êrîşên rejimê yên dijî sivîlên Îdlibê û eşqa ciwanan a li ser sporê nîşan bidin, wan dest bi sporê kir.
Samsum wiha axivî, "Em vê sporê tenê dikarin di heyamên agirbestê da bikin. Ji ber rewşa ku em tê da ne, li vê derê em timî rastî êrîşê tên."
Samsum diyar kir ku wî piştî agirbesta navbera Tirkiye û Rûsyayê ekîbek ava kir û wiha axivî: "Hedefa me ew e ku em dengê xwe bigihînin dinyayê, beşdarî şampiyonayan bibin. Em dixwazin nîşanî hemû dinyayê bidin ku derfeta me heye û em dikarin şovên baş bikin. Ji bo serkeftinê şertên îdeal hewce nake."