Muhammet Kurşun
15 Nîsan 2021•Rojanekirin: 16 Nîsan 2021
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 321 zêde bû û derket 65 hezar û 680yî.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û tevlî rêjeya pêketiyan daneyên der barê aşiyê da jî parve kir.
Lariyê destnîşan kir ku di 24 saetên dawîn da 25 hezar û 78 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û ji van 3 hezar û 373 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Di berdewamiya daxuyaniyê da Lariyê diyar kir ku hejmara kesên ji ber vîrusê mirin derket 65 hezar û 680yî û hejmara pêketiyan jî derket 2 milyon û 168 hezar û 872yan.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 4 hezar û 601î giran e û heta niha milyonek û 749 hezar û 41 kes jî baş bûne.
Lariyê diyar kir ku li Îranê heta niha 14 milyon û 59 hezar û 260 test hatine kirin.
- Li Îranê bi tevahî 467 hezar û 871 doz aşî hat kirin
Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir ku li welêt heta niha 467 hezar û 871 doz aşî hat kirin, ji wan 365 hezar û 160 kesî doza ewil û 102 hezar û 711 kesî jî doza duyemîn li xwe xistin.
Lariyê daxuyand, li welêt 295 bajar di kategoriya "sor", 99 bajar di katgoriya "tûtik", 45 bajar di kategoriya "zer" û 9 bajar jî di kategoriya "hêşîn" da ne, ketin û derketina bajarên "sor" û "tûtik" qedexe ye.