Haydar Şahin
16 Gulan 2020•Rojanekirin: 17 Gulan 2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 35 kesên din mirin û hejmara miriyan derket 6 hezar û 937 kesan.
Kiyanuş Cîharpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da televizyona dewletê û diyar kir ku li welêt 35 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 1757 kes jî bi vîrusê ketin.
Li gor vê di nav 70 rojên dawîn da herî kêm îro meriv mirin.
Cîhanpur destnîşan kir ku hejmara miriyan derket 6 hezar û 937an, hejmara nexweşan jî derket 118 hezar û 392 kesan.
Cîhanpir got ku rewşa 2 hezar û 716 kesan kirîtîk e, hetanî nika 93 hezar û 147 kes rind bûn û gihîştin siheta xwe.
Cîhanpur diyar kir ku li welêt hetanî nika ji bo 672 hezar û 679 kesî testa Kovîd-19ê hat kirin.