Zein Khalil,Ali Semerci
14 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2023
Li Îsraîlê serokê mixalefetê Yaîr Lapîd ji bo Serokwezîr Binyamîn Netanyahu got ew der barê eskerên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê mirine da derewan dike û berpirsyariyê qebûl nake.
Lapîd li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê wiha got: "Netanyahu wek ku di hemû jiyana xwe da dike, niha jî provokanyonê û derewan dike, nefretê belav dike. Niha vê di nav şerekî xirab ya ku her roj esker dimirin da dike. Ji 7ê Cotmehê tu tiştî hîn nebû."
Serokê mixalefetê Lapîd got tu kes nabêje ku rojek piştî şer Xezeyê teslîmî Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas bikin, lê Netanyahu niqaşeke nû dike.
Lapîd anî ziman di demeke wiha ya ku eskerên Îsraîlê li Xezeyê tên kuştin da Netanyahu mijareke nû ya lihevnekirinê davêje holê û bi vî awayî bi Amerîka, Benny Gantz, Gadî Eîsenkot û bi xwe ra dikeve îxtilafê.