Elif Orhan
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em biryardar in ku bi Rûsyayê ra di warê meseleyên herêmî da hevkariya xwe her roj zêde bikin û berdewam bikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Vladîmîr Pûtînê Serokdewletê Rûsyayê bi rêya vîdeo konferansê beşdarî merasima xîmavêtina Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê bûn.
Erdogan silav li hemû beşdarvanên merasimê kir û gote mêvanê xwe Pûtîn ku "Hûn bi xêr hatin".
Erdogan got "Îro him ji bona pêşketina welatê me û him ji bona hevkariya vejenê ya bi Federasyona Rûsyayê ra em şahidiya demeke dîrokî dikin." û wiha axivî: "Ez kêfxweş im ku îro bi dostên xwe yê biqîmet Pûtîn re îro li vir xîmê Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê diavêjim. Ji ber ku di vê roja biqîmet de li gel me ne ez spasiya xwe pêşkêşî wî û endamên heyetê yên biqîmet dikim."
Erdogan got ku pêşketina ku taybetî di 15 salên dawîn de di têkiliyên her du welatan de çêbûn ji bo dahatûyê referanseke baş e û got ku "Konseya hevkariya payebilind a ku me îro civîna wê ya 7emîn kir her wekî bûye wek sembola asta têkiliyên me."
Erdogan diyar kir ku bi Federasyona Rûsyayê re gelek projeyên stratejîk tetbîq kirin û got ku Pergalên Parastina Asîmanî ya S400î Xeta Boriya Xaza Sirûştî ya Turk Akimiyê û Santrala Hêza Nukleerê ya ku dê xîmê wê bê avêtin ji van çend in.
Serokomar Erdogan got ku "Digel vê welatê me bi taybetî ji bo ku tehdîda terorê û pevçûnên li Sûriyeyê demildest bên xilaskirin di nav hevkariyeke nêz de ne."
- "Me projeyên wisa tetbîqkirin ku nedikariyan xeyala wna jî bikin"
Erdogan got ku Tirkiye di navbera salên 2003-2017an de nîvendî ji sedî 5,8 pêş ket, di sala 2017an de ji sedî 7,4 pêş ket û nirxandina "Di sala 2023yan a ku 100emîn salvegera Komara me ye de hedefa me ew e ku em bibin yek ji 10 aboriyên herî mezin ên cîhanê. Ev rewş tê wê wateyê ku dê hewcehiya me ya bi vejenê jî zêde bibe. Me hem di neftê de hem jî di xaza sirûştî de hem jî di çavkaniyên ku xwe nû dikindi 15 salên dawîn de projeyên wisa tetbîq kirin ku nedikariyan xeyala wan jî bikin."
Erdogan got di çarçoveya hedefa pêşxistina ewlehiya vejenê de di her qada sektora vejenê de veberhênan bênavber dewam dikin û got ku "Ji bo dahatûyeke ku welatê me dê bibe xwediyê vejeneke ewle û berdewam di nav planên ku me kirin de vejena nukleerê cihekî girîng digire."
Erdogan got ku li dinyayê 31 welat qismeke girîng a ceyana ku bi kar tîne ji 450 santralên nukleerê yên di fealiyetê de ne temîn dikinî li 16 welatan 55 santralên nukleer jî tên çêkirin û qal kir ku bi Akkuyuya ku îro xîmê wê hatin avtin re ev jimar bû 56.
Erdogan wiha axivî:
"Piştî ku reaktora ewil ya Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê di sala 2023yan da bikeve dewrê Tirkiye jî wê di nav dewletên ku vejena nukleerê diemilînin da cî bigire. Em ê salvegera 100emîn ya komara me bi berhemeke dîrokî ya di warê vejenê da pêk bînin. Dema ku Akkuyu bi hemû ûniteyên xwe ket dewrê dê bi tena serê xwe ji sedî 10 hewcehiya ceyranê ya welatê me pêk bîne. Bi vî awayî emê sepeta vejena xwe ya ku bêtir xwe dispêre neft, xaza siruştî û komirê baştir bikin."
Erdogan got ku santralên nukleerê karbondîoksîtê belav nakin û çavkaniyeke vejenê ya paqij in û wiha axivî:
"Ev santral dê piştgiriyê bide ewlehiya vejena me, di heman demê de ji bo têkoşîna dijî guherîna îqlimê jî dê roleke girîng bilîze. Ev tecrube dê piştgiriyê bide ku mirovên me di warê vejenê de perwerdeyê bibînin. Niha bi sedan ciwanên me li zanîngehên li Rûsyayê perwerdeya vejena nukleerê dibînin. Înşeallah piştî ku van ciwanan perwerdeya xwe temam kirin dê vegerin welatê me û peywiran hildin."
Erdogan got ku tetbqîkirina projeya Akkuyuyê bû nesîbê wan û wiha axivî:
"Ji dema ku me biryara projeya Akkuyuyê da pê ve di serî de birêz Pûtîn bi hemû meqamên Ûris re di asta siyasî û teknikî de hevdîtinên me çêbû. Ew heta ku em hatin vê astê hevkariyeke hêjayê pîrozkirinê nîşan dan. Sedema ku me di mijareke ev qas tevîhev de ev qas zû pêş ketin ew e ku di seranserê pêvajoyê de her du aliyan jî hevkariyeke mezin nîşan dan.Ji ber vê ez di serî de dostê min Pûtîn spasiya hemû rayedarên ûris dikim. Bi heman awayî spasiya birêz Serokwezîrê me, Serokê Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê û parlementeran jî ji ber piştiriya ku di vê mijarê de dan, wezîrê me yê vejenê spasiya hemûyan dikim. Tabî ez Wezîrê me yê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî yê ku şev û roj xebitî û ev proje tetbîq kir û ji her astê rayedarê me pîroz dikim."
Erdogan wiha axivî: "Piştî ku reaktora ewil ya Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê di sala 2023yan da bikeve dewrê Tirkiye jî wê di nav dewletên ku vejena nukleerê diemilînin da cî bigire. Em ê salvegera 100emîn ya komara me bi berhemeke dîrokî ya di warê vejenê da pêk bînin. Bila înşeata vê tesîsa ku em xîmên wê diavêjin ji bo welatê me bi xêr be."