Ahmet Aydın
21 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2018
HEWLÊR
Mesûd Barzaniyê Serokê Giştiyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî yekemîn daxuyaniya Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê got, "Ez ji geşepêdanên dawîn ên li Sûriyeyê bi fikar im."
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê berê Barzanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de derbarê biryara vekişîna rêveberiya Washingtonê a ji Sûriyeyê bêyî ku nav bîne, nirxandin kir.
Barzanî destnîşan kir ku ji wê geşepêdanê bi fikar e û ji bo ev geşepêdan nebin sedema pevçûn û şidetê hêviyên xwe anîn ziman.
Barzanî bi berevajiyê daxuyaniya Serokê Amerîkayê ya ku gotibû DEAŞa rêxistina terorê qediya ye anî ziman ku neqadiyaye û tekezî li wê yekê kir ku Kurdên li Sûriyeyê ji ber êrîşên DEAŞê bêîstiqrariya siyasî ya li wî welatî û tehdîdan azarê dikişînin û wiha pê de çû: "Kurd îdî naxwazin azarê bikişînin, şerê dijî DEAŞê hê neqadiyaye."