Önder Beyter
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 09 Sibat 2018
ÎDLIB
Li Sûriyeyê şahidên êrîşa rejima Beşar Esed a bi çeka kîmyayî ya dijî parêzgeha Îdlibê, behsa bandora xaza klorê ku dijî wan hat emilandin û serhatiyên xwe kirin.
- Li Îdlibê êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên ku gur dibin dibe sedemê fikaran
Ji berpirsên Parastina Sivîlan a Seraqibê Mihemed Hec Yûsif der heqê êrîşa rejima Esed a bi çeka kîmyayî da ji peyamnêrê AAyê ra xeberda.
Yûsif wiha got, "Ji bêtêlan me agahî wergirt ku helîkopterên rejimê bi bombeyên warêlê yên xaza klorê barkirî va êrîş pêk anîn. Em destxwera çûn ciyê bûyerê û me kesên ku di tesîra xazê da mane, sewqî nexweşxaneya herî nêzîk kirin."
Yûsif diyar kir, ji ber ku ew bi birîndaran ra eleqedar bûn, wan bi derengî ferq kir wekî tesîra xazê li ser wan jî çêbûye û wiha pê da çû:
"Lêbelê bû kelekela wucûdê min. Dilê min li hev ket, vereşiyam, serê min gêj bû, bêhna min çikiya û tiştên wiha hatin serê min. Doktorên nexweşxaneyê kincê me ji me xistin û dest pê kirin û em şûştin. Midaxaleya pêwîst hat kirin."
Şahidê bûyerê Iyad Kefrentotî jî wiha behsa rûdanê kir:
"Em li malê 6 kes bûn. Di anonsa çavdêrxaneyê da ew agahî hat parvekirin ku helîkopterên rejima Esed ketin asîmanî navçeya Seraqibê. Du bombeyên warêlê hatin avêtin lêbelê neteqiyan. Hevalekî ku ji stara binê erdê derket ser nerdewanê got 'Bêhna Klorê tê'. Me hewl da û em ber jor ber baniyê avahiyê revîn. Du hevalên me xeriqîn. Kelekelê bi laşê me girt. Em vereşiyan."
Di êrîşên meha rêbendanê da 211 sivîl hatin kuştin
Herêma kêmkirina şer Îdlib ev du meh in duçarî êrîşên asîmanî yên gur dibe. Bi tenê di êrîşên meha rêbendanê da 211 sivîl hatin kuştin, hezar 447 jê jî birîndar bûn.
Îdliba ku li bakurê Sûriyeyê li ser sînorê Tirkiyeyê ye di civîna Astanayê ya 4-5ê gulanê da wekî "herêma kêmkirina şer" hatibû ragihandin.
Tesbîta çavdêrxaneyê
Li gorî agahiya ku çavdêrxaneya balafiran a muxalifan da peyamnêrê AAyê yê li Seraqiba navçeya Îdlibê, herlîkopterên rejima Esed li gorî TSÎyê di dora 22.00yan da ji "dibistana tangan" ku li rojhilatê parêzgeha Hemayê dikeve, bi firê ketin.
Helîkopteran di TSÎ 22.24an da li rojhilatê navçeya Seraqibê bi bombeyên warêlê ku xaza klorê bakirî bû, êrîşî kolana Oraybî kirin.
Di êrîşa ku hedefa wê 200 sivîlên li kîlomêtrokareyekê bûn da 3 jê peywirdarên parasina sivîlan 12 sivîl di tesîra xazê da man.