15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
HELEB
Li Helebê milîsên şiî yên di bin fermandariya Îranê da gule berî konvoya sivîlên ku li herêma dorpêçkirî ji bo tehliyekirinê sekinîbûn dan û di êrîşê da sivîlek mir û 4 jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê li Helebê konvoya otobusên ku sivîl ji bo tehliyekirinê lê hatibûn siwarkirin û ber bi bajaroka Ramûseyê bi rê ket, dema nêzî cihê kontrolê ya di bin kontrola rejimê da bû, sekinî.
Di vê navberê da ji eniya milîsên şiî yên di bin fermandariya Îranê da ne nîşangiran gule berî konvoyê dan.
Di êrîşê da sivîlek mir û 4 sivîl jî birîndar bûn.
Midûrê Parastina Sivîl a Helebê Necîb Ensarî di daxuyaniya ewil ya dabû AAyê da ragihandibû ku 3 sivîl birîndar bûne.