Abdullah Tel
30 Mijdar 2018•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2018
SEMERQEND
Bajarê Semerqendê ku mîna mircana dîrokî ya Asyaya Navîn e demekê cihê ilm, huner, zanistê bû û ji bo gelek kesên girîng jî navenda sereke bû.
Semerqenda demekê navenda ilm, huner û zanistê dihat hesibandin bi medreseyên qubehêşîn, kerwanserayên bi neqşên çînî, mizgeft û kuliyeyên bi hişmet va niha jî mîna muzeyeke servekirî ye.
Di çavkaniyên Yewnanî da ji bo bajarê Semerqendê "Maranka" tê gotin û navê lê ye jî ji ber navê kesekî dîrokî û bajêr hatiye derxistin û weke Semerqend jî heta îro hatiye.

Semerqend bajarekî dîrokî ye û bi çanda xwe jî xwedî mîrateyeke hêja ye. Lewra ew di bin rêveberiya Persan, Yewnaniyan, Çîniyan, Ereban, Moxolan û Tirkan da maye. Avakarê Împaratoriya Mezin a Tîmûr, Emir Tîmûr dema ku Semerqendê bi dest dixe wir wek paytextê dewleta xwe îlan dike.
Ji bo avakirina bajêr Tîmûr wê demê ji çar aliyê dinyayê ji zanyaran bigir heta mîmaran û ji wan jî bigir heta westa û hunermendên herî hêja yên li rûyê dinê vedixwene Semerqendê û wê demê bala çar aliyê dinyayê dikşîne ser bajêr. Di heyama Mîrza Ulug Begê neviyê Tîmûr da jî Semerqend ji bo wê heyamê dibe navenda ilm a dinyayê.

Semerqend bi salan ji bo rêwî û kerwanên ku Rêya Hevrîşimê bi kar dianîn jî seyregeh bû û bajêr îro jî ziyaretvanên xwe bi xweşî û berhemên xwe yên bêhempa va şaş û metel dihêle.
Di wextê da kesên ku li hemberî xweşiya bajêr ji ser xwe çûne û li serê helbest nivîsandine neheq nebûne lewra piraniya berhemên dîrokî yên li bajêr heta îro xweş hatine parastin û mirov wan xweşiyan îro bi çavê xwe dikare bibîne.

- "Semerqend ji awayê ku min xeyal dikir jî xweştir e"
Der heqê bajarê Semerqenda ku li ser rêya kerwanan cih digirt da gelek çîrok û efsane hene. Beriya Mîladê di sala 329an da dema ku Îskenderê Mezin Semerqendê bi dest dixe dibêje "Semerqend ji halê ku min xeyal dikir jî xweştir e. Hemû tiştên ku min der heqê Semerkantê da bihîstine jî rast bûne."

Ji alimên Misilmanan Îmam Buxarî û Îmam Maturîdî jî ji bajarê Semerqendê ne û heke zar û zimanê bajêr hebûya bi tenê Xwedê zane ku wê qala kîjan xebatên ilmî û zanistî yên di wextê da li serê hatine kirin, bike.
Bajarê Semerqendê îro di nav sînorê welatê Ozbekistanê da ye û bi cihên xwe yên dîrokî yên weke Tirbeya Gurî Emîr, Meydana Regîstanê, Goristana Şahê Zindî, Mizgefta Bîbî Xanimê va balê dikşîne.
Li Semerqendê ji bilî berhemên dîrokî tiştê herî zêde balê dikşîne yek jî nanê Semerqendê ye û tê gotin ku ew nan heta mehekê bisekine jî kartî nabe. Ji ber vê jî kesên diçin Semerqendê teqez wî nanî tehm dikin. Ji xwarin û xurekên tehmên bajêr e û derdikeve pêş yek jî birinc e û tê gotin ku ji bo çêkirina birinc li Ozbekistanê bi qasî 100 terîf hene. Li Ozbekistanê li ser birincê ku ji nimetên pîroz tê hesibandin gelek stran, gotin û zûgotinok hene.
Kesên dixwazin biçin Semerqendê ji Stenbolê dikarin bi yek balafirekê rasterast biçin wir û yan jî bi balafirê xwe bigihêjin paytext Taşkentê û ji wir jî bi trena lez di nav saet û 45 deqîqeyan da derbasî Semerqendê bibin.