ERBÎL
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Arîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dengê xwe avêt.
Barzanî di saet 07.00an de hat Dibistana Lawan a li Taxa Bextiyarî ya Hewlêrê û li vir raya xwe avêt sindoqa bi nimroya 220133 yan. Xeynî vê Barzanî ji bo hilbijartina walîtiyê ya HKIyê jî dengê xwe da. Di hilbijartina 21ê Îlona 2013an de Barzaniyê ku li gel jina xwe hatibû vê carê bi tenê hat ser sindoqê.
Barzanî daxuyanî da peyamneran û got ew hêvî dike ku hilbijartinên giştî hem li HKIyê û hem jî li Iraqê di nava ewlekariyeke mezin de bi awayekî demokratîk pêk were. Barzanî bal kişand ku hilbijartin ji bo gelê Iraqê pêvajoyeke gîrîng e.
Li ser pirsa rojnamevanan ya "Dema ku Serokomarê Iraqê Celal Talabanî dengê xwe da dîmena wî hat kişandin", Barzanî wiha got:
"Dîmenên Talabanî yên ku cara ewil hatin weşandin me gelekî kêfxweş kir. Em hêvî dikin ku dê di demeke nêz de sax be û bizivire welatê xwe."