Ömer Tuğrul Çam
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 16 Hezîran 2023
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got endamtiya Swêdê heta Civîna Vîlnîusê ya ku wê di 11-12yê Tîrmehê da çêbibe dibe ku temam bibe, lê ne teqez e.
Stoltenberg li Brukselê beriya Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê ya li baregeha NATOyê pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa "endamtiya Swêdê gelo wê heta Civîna Vîlnîusê bigîhêje" got duh li Enqereyê civîna hevpar ya di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê da çêbû û civîneke erênî pêk hat.
Stoltenberg got li gor biryarên Civîna Madrîdê ya par çêbûbû Swêdê berpirsyariyên xwe bi cih anî.
Stoltenberg anî ziman ku der barê ewlehiyê da fikarên Tirkiyeyê yên meşrû hene û tu mitefîqekî jî qasî Tirkiyeyê ji terorê zirar nedîtiye.
Der barê endamtiya Swêdê da Stoltenberg wiha got: "Endamtiya Swêdê heta Civîna Vilniusê dibe ku temam bibe, lê ez garantiya vê nadim. Ji bo ku Swêd di demeke herî kin da beşdar bibe, em dixebitin. Di hevdîtinên ku min bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra kirin da em li hev rûniştin ku vê hefteyê civîna mekanîzmaya daîmî çêbibe. Bi vê wesîleyê ez kêfxweş bûm ku ev mekanîzma wê bicive."
Dema wezîfeya Stoltenberg wê di Cotmeha 2023yan da kuta bibe. Demeke dirêj e ku li ser tê axaftin bê ka kê derbasî şûna wî bibe. Ji bo vê wezîfeyê navê gelek kesan derbas bibe jî navê Serokwezîrê Danîmarkayê Mette Frederiksen dertê pêş. Tê gotin, îhtimala dirêjkirina dema wezîfeya Stoltenberg jî zêde ye.
Stoltenbergê Serokwezîrê Norwecê yê berê, di 2014a da wekî Sekreterê Giştî yê NATOyê hatibû wezîfedarkirin, dema wezîfeya wî 3 caran hatibû dirêjkirin.